• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran şandeke leşkerî dişîne Rûsyayê û xwe ji şerê Îsraîlê re amade dike

Gulan Media August 23, 2023 Nûçe
Îran şandeke leşkerî dişîne Rûsyayê û xwe ji şerê Îsraîlê re amade dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku zincîreke êrîşên terorîstî yên dijî Îsraîlî ji aliyê Îranê ve hatiye fînansekirin û teşwîqkirin, Komara Îslamî ya Îranê ji bo hevkariyên zêdetir di navbera hêzên piyade yên her du welatan de şandeke leşkerî şand Rûsyayê.

Reutersê ragihand ku jineke Îsraîlî roja duşemê li rojavayê Qudsê ji aliyê komeke çekdar a Felestînî ya bi piştgirîya Îranê ve hat kuştin.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu li cihê bûyerê di civîneke çapemeniyê de got: "Em di nava êrîşên terorîstî de ne, ev êrîşên terorîstî ji aliyê Îranê ve tên destekkirin û Îsraîl dê tedbîrên bibiryar li dijî Îranê û komên terorîst bigire.’’

Li ser vê daxuyaniyê, medyaya Îranê ragihand ku derengiya şeva duşemê 21ê Tebaxa 2023an, Îsraîlê êrişî çend baregehên Îranê li nêzîkî Şamê paytexta Sûriyê kiriye.

El-Erebiye ragihand ku Îsraîlê li nêzî balafirgeha Şamê êrîşî karwaneke çek û cebilxaneya Îranê kir.

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a Rûsî TASS ragihand ku şandeke leşkerî ya Îranê gihîşte Moskowê. Serokê Ajansa Îstixbarata Rûsî ragihand, şanda Îranî ji bo gotûbêjkirina hevkariya di navbera hêzên piyade yên Rûsya û Îranê de serdana Moskowê kir.

Rûsya û Îranê piştî şandina bi deh hezaran leşkeran bo Ukraynayê, têkiliyên leşkerî û ewlehiyê yên nêzîktir ava kirin.

Amerîka, Ukrayna û welatên Ewropî Îranê tometbar dikin ku hejmareke mezin ji firokeyên bê firokevan pêşkêşî Rûsyayê dike da ku li dijî Ukraynayê bikar bîne.

 

Basnews

Top