Tiramp: Ne dûre hêrişa serbazî bo ser Îranê bihê encamdan
Tiramp ku niha bi serdaneka fermî li Birîtanya ye, di hevpeyvînekê de li gel mêdyayên wî welatî ragehand: Herçende ew bi xwe li gel danûstandinan de ye li gel Îranê, lê bijarteya hêrişa serbazî jî li dijî Tehranê vebûyî ye.
Girjîya di navbera Emerîka û Îranê de zêde bûye û heya dihê Waşitun givaşan li ser wî welatî tundtir dike, herdû alî jî bi fermî ragehandina şerr red dikin. Heya niha jî ti danûstandinên fermî di navbera hrdû allîyan de nebûye.
Ew girjî jî piştî wê yekê dihê, Emerîkayê di meha Eyara 2018yê de xwe ji rêkkevtina Etomî vekişand ku Îranê li tîrmeha 2015yê li gel welatên 5+1 wajû kiribû. Sedema vekişandinê jî bo wê yekê vedigere naveroka rêkkevtinê li berjewendîya Îranê ye û dijî berjewendîya rojavaye.
K24
