• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka dest bi dagirtina petrola keştiyeke Îranî kir

Gulan Media August 21, 2023 Nûçe
Amerîka dest bi dagirtina petrola keştiyeke Îranî kir

Ev keştiya han beriya sê mehan ji aliyê Amerîkayê ve hatibû girtin.

Li gor nûçeyeke ajansa nûçeyan ya Associatedpress îro Amerîka dest bi dagirtina petrola nava keştiya Sues Rajan ya Îranî kiriye ku, beriya 3 mehan dest danîbû ser keştiya han.

Ji aliyê xwe ve rayedarên Îranî jî gef li Amerîkayê kiribûn ku, eger Amerîka petrola nava keştiya han dagire, vê Îran jî bê bersif nemîne û gaveke wisa bavêje.

Associatedpress herwiha belav kiriye ku, spaha Pasdaran jî îro gef li dron û balefirên Amerîkî kiriye daku, ji vê keştiya han dûr kevin beruvajî vê Îran êrîşî ser wan bike.

Top