• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civînên Serok Barzanî li devera Behdînan didomin

Gulan Media August 21, 2023 Nûçe
Civînên Serok Barzanî li devera Behdînan didomin

Îro li Dihukê çend civînan pêk tîne.

Di çarçoveya serdan û civînên xwe yên li devera Behdînanê de îro Serok Barzanî li Dihukê li gel malbet û kesûkarên şehîdan, birîndaran, hilgirên xelata Barzaniyê Nemir û girtiyên siyasî civiya û gotarek jî pêşkêş kir.

Serok Barzanî behsa rewşa niha ya Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û balkêşande ser wan astengiyên li berdem Kurdistan û xelkê Kurdistanê de hene.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser hişiyarî û pêbendiya nîştimanî, hayedar kirina ciwanan û veger bo prensîbên nîştimanî kir.

Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de rêzdariya xwe ya li hember qurbanîdan, xebat û têkoşîna şêniyên deverê diyar kir û got: We bo kerameta gelê xwe xwîna xwe daye lewre her tiştek bo we were kirin kême lê ez hatime daku, guhê bo daxwaz, raman û gazindên we bigirim û daxwaz ji tevahiya we dikin tiştê ku, di dilê we de heye bêjin.

 

Top