• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêvîdar Ehmed: Ti dîwarek di navbera Serok Barzanî û xelkê Zaxo de tine

Gulan Media August 21, 2023 Nûçe
Hêvîdar Ehmed: Ti dîwarek di navbera Serok Barzanî û xelkê Zaxo de tine

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed di civîna Serok Barzanî ya li gel çîn û xelkê bajarê Zaxo de beşdarî kir û li ser wê yekê ji BasNewsê re ragehand, Serok Barzanî guhdarî li hemû daxwazên xelkê Zaxo girt û nehişt ti dîwarek di navberê de bimîne û amaje bi hemû awayekî xizmeta Zaxo û Zaxoyiyan kir û ti dîwarek di navbera Serok Barzanî û xelkê Zaxo de tine.’’

Hêvîdar Ehmed got: ‘’Hin pirsgirêkên xelkê di nav salona civînê de hatin çareser kirin. Serok gelek behsa ciwanan kir û amaje bi wê yekê jî kir, pêşî kar ji bo ciwanan divê hebe û dê pirsgirêkên wan çareser bikin û dê piştevaniya wan bo Zaxo berdewam bike.’’

Herwaha got: ‘’Xelkê hejar û hemû çîn û dayîkên şehîdan amade bûn û daxwazên wan hebûn, ew daxwaz her di civînê de hatin çareser kirin û serok gelek giringiyê dide asta perwerdê li Duhokê.’’

Hêvîdar Ehmed diyar kir Serok Barzanî behsa helbijartinan kir û got, PDK bi derbe û kudeteyan nehatiye ser desthilatê, bi deng û îradeya xelkê hatiye ser desthilatê û her demê xelk biryar bide ku deng nede PDKê bi rêya sandoqên helbijartinê, wê demê jî amadene desthilatê radest bikin.

Derbarê hin alî hewl didin û dixwazin pêkhateya Herêma Kurdistanê nemîne jî Hêvîdar Ehmed diyar kir: ‘’Serok Barzanî teqez kir ku Herêma Kurdistanê bi xwîn ava bûye û bi xwînê jî dê parastina wê bê kirin.’’

 

Basnews

Top