• Friday, 13 February 2026
logo

Baregeha Barzanî, Rêkeftina ligel Yekîtî liser Parêzgarê Kerkûkê, zelal dike

Baregeha Barzanî, Rêkeftina ligel Yekîtî liser Parêzgarê Kerkûkê, zelal dike
Baregeha Barzanî radighîne, li ser babeta Kerkûk, danîna parêzgar û navanîna Ferîdûn Ebdulqadir liyektêgihiştinek şaş ji aliyê biraderên Yekîtî ve dirust bû ye.

Baregaha Barzanî di çend xalan de zelal dike,

Yekem: rêkeftinek gelek zelal di navbeyna Partî û Yekîtî de hatiye îmze kirin, ku rêkeftin liser danîna Parêzgarek ji bo Kerkûkê, digel hewlên pêkanîna Kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û rêkeftina Serok Barzanî û Kosret Rewûl Elî liser navê kesk bibe binemaya rêkeftina Partî û Yekîtî liser namzetê hevbeş ji bo postê Parêzgar. Ev yek jî ti peywendî bi hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê nebû û diyar jî nîn e ku çawa ew rêkeftin bi aliyekê din ve hatiye birin an xirab têgehiştinek liser wê rêkeftinê ji aliyê biraderên Yekîtî ve dirust bû ye.

Dûyem: Navanîna Ferîdûn Ebdulqadir ji bo postê parêzgarê Kerkûkê li piştî wê yekê hatiye, ku ji aliyê Kosret Resûl Elî ve ew daxwaz hatiye kirin. Piştî ku Serok Barzanî û Kosret Resûl ji bo danîna kesekî ji bo postê Parêzgar hatibûn serpişkkirin, û Serok Barzanî hez kiribû kesekî niştîmanperwer wek Ferîdûn Ebdulqadir bibe parêzgar û bi pesend û hêjayî zanî ye.

Sêyem: Ji ber rewşa ne asayî ya Kerkûkê û pêwîstiya rewşa ewlekarî û Îdarî ya bajêr û xizmetkirina xelkê Kerkûkê, pêwîst e parêzgarek bihêz bê danîn. Ji bilî Partî û Yekîtî, herweha divê cihê razîbûna aliyên Kurd, Ereb û Turkmenan be, û rêkeftin digel Hikumeta Îraqê de hebe. Ji ber ku ewê bibe parêzgar, ku desthilata pêwîst nebe û razîbûna aliyan li ser nebe, nikare xizmeta xelkê Kerkûkê bike û rewşa Kerkûkê jî, asayî bike.

Top