• Friday, 13 February 2026
logo

PKK amarên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red dike

PKK amarên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red dike
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastiyan Gel (HPG) li şer û pevçûnên vê dawiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên wan û hêzên ewlehî yên Tirkiyê de ragihand ku heta niha du gerîlayan canê xwe ji dest dane û nûçeya Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên canê xwe derew e.

Ji 27ê Gulanê ve li herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnan di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de destpê kiriye û operasyonên artêşa Tirkiyê li herêmê heta niha jî berdewam in.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê operasyona li herêma Xakûrka Başûrê Kurdistanê berdewam dike de amar parve kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê heta niha 34 gerîlayên PKKê di enacma operasyonan de canê xwe ji dest dane.

HPG: 2 Gerîlayên me şehîd bûne

Navenda Ragihandinê ya HPGê di daxuyaniyekê de ragihand: “Wezareta Berevaniya ya Tirkiyê nûçeyên ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne serwîs dike. Bîlançoya ku her roj Wezareta Berevaniya Tirkiyê radigihîne ji nêz û dûr ve ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Heta niha di operasyonê de 2 hevreyên me şehîd bûne. Dewleta Tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kiriye ti serketinek bi dest nexistiye, ketiye pey serkeftinên qelp û derewîn.”

K24
Top