• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hin Kurdên Êzidî li Yûnanistanê asê mane: Ji ber nêza û tîbûnê nikarin gavekê biavêjin

Gulan Media August 20, 2023 Nûçe
Hin Kurdên Êzidî li Yûnanistanê asê mane: Ji ber nêza û tîbûnê nikarin gavekê biavêjin

Li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê çend koçberên Kurdên Êzidî asê mane û xwarin û vexwarin jî  bi wan re nemaye.

Şeş Kurdên Êzidî ku bi xeyalên jiyaneke baştir dixwestin biçin Ewropayê, ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Yûnaistanê bûn.

Her şeş kes ku di nava wan de jin û zarok jî hene li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane.

Yek ji koçberan bi rêya telefonê dîmen ji Rûdawê re şandin.

Koçberê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got: “Rewşa me gelek xirab bûye û xwarin û vexwarin bi me re nemaye.”

Wî koçberî herwiha da zanîn ku ji bilî keç û hevjîna wî sê kesên din bi wan re ne û ew hemû xelkê nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ne.

Bi gotina wî ji ber tî û birçîna nikarin gavekê biavêjin û herwiha nizanin ku derê ve biçin.

Qaçaxçiyan beriya sê rojan ew şeş koçber, bi otomobîla xwe birine ser Çeme Merîçê yê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de û ew li wê derê hiştine.

Qaçaxciyan ji wan re gotiye 10 seatan bi meşê herin hûn dê bigihin nav bajêr lê ev sê roj in dimeşin û rêyeke zehmet derbas kiriye û hêj negihiştine ti bajarekî.

Ew her şeş kes li herêma çiyayî ya daristana navçeya Sufliyê ya Evrûsa Yunaistanê asê mane û dixwazin hin kes bi hawara wan ve biçin.

Koçberê Kurd di heman demê de eşker kir ku doh piştî nîvro wan pêwendî bi polîs û rêxistinên sivîl ên Yûnanistanê re kirine û got:

“Wan soz dan me ku dê bilez xwe bigihînin me lê heta niha kesî alîkariya me nekiriye.”

 

Rudaw

Top