Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeyekî Îranê civiyan
Îro 20.08.2023yê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeyekî Îranê civiyan.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê û parêzgarê Urmiyê kir.
Di civînê de gotûbêja hatina ziyaretkarên ji Îranê bi rêya deriyê sînor ê Hacî Omeranê ve hate kirin, ji bo wê jî li ser asankarî ji wan ziyaretkaran ji bo bê kirin gotûbêj hatin kirin.
Berî wê rêveberê geştûguzar a Hewlêrê Dilêr Mihemed ji BasNewsê re ragehand, nêzîkî 500 hezar ziyaretkarên Îranê li deriyê Hacî Omeranê ve dê bên bo Hewlêrê û piştre serdana cîhên olî yên li Iraqê bikin û piştre bi heman mekanîzmayê ve dê vegerin bo sînorê Hewlêrê û piştre jî ber bi welatê xwe ve dê birêkevin.
Basnews
