• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji Fransayê re xwest

Gulan Media August 20, 2023 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji Fransayê re xwest

Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên leşkerê Fransî Baptiste Cauchot dikim ku, di nava hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞI da li ser erkê xwe bû û mixabin, derengiya şeva borî ji egerê qeza trafîkê jiyana xwe ji dest da.

Ez, di vê dema dijwar da, ji malbatên wan, Serok Macron, gel û hikûmeta Fransayê re sersaxiyê dixwazim û hevsoz û hevxemê wan im. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim canê rehmetî bi behiştê şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bibexşe. Ji hevkarê wî yê ku di heman bûyerê de birîndar bûbû re şîfayê dixwazim.

Gelê Kurdistanê piştgirî û alîkariya hêzên leşkerî yên Fransayê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê da, bilind dinirxîne ku, ji bo jinavbirina tevahiya terorê piştgirî û alîkariyê pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û heta niha jî li ser erkê xwe ne.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

19.08.2023

Top