Kûçikên birçî êrîşî keriyê kir: 36 serî pez mirar bûn
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di êrîşa kûçikên bêxwedî yên birçî de 36 serî pez mirar bûn.
Li gundê Şakistanê yê Geverê kûçikên bêxwedî êrîşî keriya malbata Oguzan kir.
Di êrîşê de 36 serî pez mirar bûn, 11 serî pez jî wenda bûn.
Xwediyê keriyê Teoman Oguz da diyar kir ku dema ew çûne nan bixwin, pezên xwe li ber çem xistine mexelê.
Oguz da zanîn ku di wê demê de kûçikan êrîşî keriyê kirine û wiha berdewam kir:
“Heta em gihîştin ber cem kûçikan 36 pez mirar kiribûn. Di keriyê de nêzikî 100 serî pez hebûn. 11 pezên me wenda ne.
Li ber çem di encama hewldanên dûvdirêj de me ajelên birîndar yên ku dîtin birin gund. Tîmên şaredarî û cendirmeyan hatin lêkolîn kirin. em mexdûr bûn.
Em dixwazin piştgiriya pêwîst bê kirin. Ev ajel debara jiyana me bûn.”
Rudaw
