• Friday, 13 February 2026
logo

Şahê Urdinê jî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir

Şahê Urdinê jî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir
Îro Şahê Urdinê Şah Ebdulah nameyeke pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Ev naveroka Şah Ebdulahye

Serokê Kurdistanê birayê birêz Nêçîrvan Barzanî, xwedê we biparêze

Silavên xwedê li we bin

Cêyê dilxweşiyê ye ku hestên xwe yên rastgoyane li hember hilbijartina ewe weke Serokê Kurdistanê diyar bikim û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we bikim.

Li gel diyar kirina hestên xwe yên bêdawî bo serkeftina we, di pîwerdariya nû de, tekez li ser xwesteka Urdin bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dikim.

Hêviya serkeftinê bo we dixwazim
Top