Nêçîrvan Barzanî, serok komarê Îraqê banghêşt kir bo rêresma sûnd xwarinê
Evro êvarî Nêçîrvan Barzanî, serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê peywendîyeka telefonî li gel Dr. Berhem Salih, serok komarê Îraqê encam da û bi fermî banghêşta serok komarê Îraqê kir bo rêresma sûnd xwarina serokê Herêmê. Herdû alîyan rewşa sîyasîya Îraq, deverê û Kurdistanê gengeşe kirin.
Di vê peywendîya telefonî de herdû alî hev nerîn bûn li ser girngîdanê bi yekrêzî û hevahengîyê di van pergalên hestyar de ku dever pê re dibûre. Tekez jî kirin li ser wê yekê ku pêdivîye hewlan bikin yek ji bona burandina nakokîyan û dûrkirina Îraq û Herêma Kurdistanê ji alozîyan.
Hevdem serok komar û serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê tekez jî kirin li ser pêdivîya hevahengî û harîkarîyê di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta fîdral de di qonaxa dahatî de û pîrozbahîya cejna Remezanê jî li hevdû kirin û hêvî xwaztin ku ev boneye hedar û aramîyê bigehîne û dawîyê bi tengijeyan bihîne.
Herweha serok komar î, pîrozbahî li serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê kir û hêvîya serkevtinê ji wî re xwazt.
k24
