RIHA - DEDAŞê dîsa elektrîk qut kir: Welatiyan êdî debar nekir, daketin kolanan
Li parêzgeha Rihayê piştî ku DEDAŞê elektrîka wan qut kir welatî daketin kolanan.
Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku deynê xwe nadin elektrîka welatiyan qut dike.
Tîmên DEDAŞê şeva borî vê carê jî karebaya taxa Yavuz Selîmê ya Rihayê qut kir û şêniyên taxê zêde kir.
Welatiyan piştî ku DEDAŞê karebaya wan qut kir daketin kolanan û wan ew kompanya protesto kir.
Xelkê bi konteynerên gilêşê rê girt û lastîkên otomobîlan şewitandin.
Bi ser de hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û di navbera wan û welatiyan de alozî derket.
“Êdî bes e”
Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal, li ser hesaba xwe ya tora civakî dîmenên çalakiya welatiyan belav kirin û got:
“Li cadeya Açiksiyê ya li taxa Yavuz Selîmê ku yek ji cihên herî navendî yên Rihayê ye, ev hefteyek e heman saetê elektrîk tê qutkirin.
Xelkê taxê bi şewitandina lastîkan bertek nîşan dide. Ne tenê li gundan êdî li navenda bajarê Rihayê jî zilma DEDAŞê heye.
Ti bajar bi qasî Rihayê ji ber elektrîkê nayê mexdûrkirin. Êdî bes e.
Li Rihayê li dijî zilma DEDAŞê û pirsgirêka elektrîkê çareseriyekê bibînin.
Ev desthilat li şûna ku guh bide welatiyan û pirsgirêkên wan çareser bike, wekî her demê polîsan dişîne û welatiyan û hêzên ewlehiyê tîne hemberî hev.”
Rudaw
