• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li 17 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

Gulan Media August 19, 2023 Nûçe
Li 17 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

 Navenda Keşnasiyê ya Îranê derbarê 17 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hişyariya dirustbûna lehiyê da.

Di daxuyaniya Navenda Keşnasiyê ya Îranê de hişyarî li ser dirustbûna lehiyê li 17 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat dayîn.

Li gor daxuyaniyê, îro û sibe bareneke bihêz li 17 parêzgehan bibe, parêzgehên Umriye û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digre.

Navenda Keşnasiyê ya Îranê daxwazê ji welatiyan dike nêzîkî rûbar û çeman nebin, herwiha hişyariyê dide ku egera dirustbûna lehiyê li wan parêzgehan heye.

 

Basnews

Top