Polîtbîroya YNKê civînek pêkanî
Berdevkê fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer ji malpera fermî ya partiya xwe re aşkera kir, civîn bo gotûbêj kirina pêşhate û bûyerên navxwe û navçeyê ne, bi taybet jî bo pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û helwêstê YNKê yê derbarê çareser kirina pirsa Kerkûkê de ye.
Duh encûmena rêveberiya PDKê civînek pêkanî û piştre jî bi fermî naveroka rêkeftina PDKê û YNKê hat belav kirin. Herwaha berdevkê PDKê jî ragehand ku YNKê bixwe berpirse ji xwe vekêşîna bêserber a rêkeftina li gel PDKê û divê naveroka rêkeftinê bicîh bîne.
Waar.tv
