Serok Barzanî piştî zanî ku Mam Celal felc bûye çi kir?
Serok Barzanî behsa wê kêliyê dike ku sekreterê nemir ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî tûşî felcê bibû.
Di cilda şeşem a rêzenivîsa (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd) ku taybete bi vegotina rûdanên di navbera salên 2003 û 2016an de, Serok Barzanî di rûpelên 270 heta 275 de gotarek ji bo nexweşiya Mam Celal û kêşeyên ku serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî çêkiribûn terxan kiriye.
Serok Barzanî dibêje: “Roja 15ê Kanûna 2012an Fazil Mîranî ji Bexdayê vegeriya Kurdistanê, beriya hatina wî Mam Celal telefonî min kir û got ku min peyamek ji te re bi rêya Fazil Mîranî şandiye û li benda bersiva wê me. Peyama Mam Celal ew bû ku ti wateya karkirina bi Malikî re nemaye. Divê êdî Maîlî baweriyê bide. Min lê vegerand û got: «Eger ev bê kirin, baş e.’’
Serok Barzanî dibêje: “Şeva 17-18ê Kanûna 2012an Malikî serdana Mam Celal kir, piştî ku Malikî çû Mam Celal felcî bû. Mixabin rewşa wî giran bû. Sibeha 18ê Kanûnê Nêçîrvan Barzanî telefonî min kir û got ku rewşa tendirustiya Mam Celal bi temamî xirabe û metirsîdare. Min jê re got ku bi hemû aliyan re têkilî daynin û çi pêwîst be bikin. Min ji Nêçîrvan Barzanî re got, bila ji bijîşkan bixwaze, eger rewşa wî ya tendirustî alîkar be, yekser bo Almanya were veguhestin û hejmarek doktorên Almanî jî bînin Bexdayê da ku bizanin nêrîna wan çi ye û çi dibêjin? Di 19.12.2012an de bijîjkên Alman hatin Bexdayê. Li Almanyayê Dilşad Barzanî gelek hewl da ku tedbîrên pêwîst ji bo şandina bijîşkan bo Bexdayê werbigire. Ya rast ev e ku Nêçîrvan Barzanî ji bo hêsankirina hatina doktorên Alman gelek xebitî. Min talîmat da Nêçîrvan Barzanî ku bi şev û roj xebatên têkildarî dermankirina Mam Celal bişopîne”
Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Piştî pişkinîn û dermankirina pêwîst li Bexdayê, pizîşkan biryar dan ku Mam Celal ji bo dermankirinê veguhezînin Almanyayê. Di 20.12.2012 de Mam Celal bo Berlînê hat veguhestin. Piştî ceribandinan, bijîjkan hêviyek hindik mabûn ku bijîn û ne nûçeyek baş û ne jî xweşbînî nedan me. Ne mimkûn e ku dîsan baş bibe. Ew ê bêhiş bibe an jî nikaribe biaxive."
Di beşeka din jî de Serok gotiye ku wî di 11ê Kanûna Yekem a 2013ê de careke din serdana Silêmaniyê kiriye û ragihandiye: “Pêşî bi Hêro Xan û her du kurên wî Bafil û Qubad re min hevdîtin kir. Di hevdîtinê de min ji wan re got ku em ji bo her alîkariyên pêwîst amade ne. Piştre bi herdu polîtburoyan re hevdîtin kir. Di civînê de biryar hat dayîn ku jûreyek operasyonan were avakirin ji bo şopandina her guhertin û geşedanan. Li Almanyayê bi birayê xwe Dilşad re axivîm û min talîmat da ku ji bo ku Mam Celal çi pêwîst bike û bifikire ku ez li Almanyayê me.”
Basnews
