• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îmarat û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media August 18, 2023 Nûçe
Îmarat û Kurdistan têkiliyên      xwe bihêztir dikin

Serokwezîrê Kurdistan û Serokê Îmaratê civiyan 

şevdin li Ebû Zebî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Îmaratê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh li bajarê Ebû Zebî li gel Serokê Îmaratê xwedan şiko Şêx Mihemed Bin Zayêd Alnehiyan civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera Îmarat û herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan di tevahiya waran de kir.

Di mijareke din ya civînê de me nîqaş li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş kir.

 

Top