• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Êlihê şerê du malbatan: 41 kes birîndar bûn

Gulan Media August 18, 2023 Nûçe
Li Êlihê şerê du malbatan: 41 kes birîndar bûn

Li navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê, di navbera du malbatan de şerê bi kevir û dar û kêran rûda, di bûyerê de 41 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, duh bi şev li qafeyekê di navbera xortan de pevçûna devkî rûda.

Malbatên ku tevlî pevçûnê bûn, bi kevir û dar û kêran şer kirin, di bûyerê de 41 kes ji cihên cuda cuda yên laşên xwe birîndar bûn, li gor zanyariyan rewşa birîndarekî giran e.

Hat ragihandin ku gelek tîmên tendirustiyê û ambulans û tîmên ewlehiyê gihiştin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Beşîrî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

K24

Top