• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Urmiyeyê 317 kesan di bûyerên cuda de canê xwe ji dest daye

Gulan Media August 18, 2023 Nûçe
Li Urmiyeyê 317 kesan di bûyerên cuda de canê xwe ji dest daye

 Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê ragihand ku di 4 mehên borî de 317 welatiyan di bûyerên trafîk, xeniqîn û şewatê de canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Giştî yê Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Edîb, amarên kesên ku ji ber bûyerên trafîk, xeniqîn û şewatê di 4 mehên borî de canê xwe ji dest daye belav kirin.

Mûsa Edîb diyar kir ku îsal di bûyerên trafîkê de 283 kesan canê xwe ji dest daye û 4 hezar û 594 kes jî birîndar bûne.

Herwiha ragihand ku 19 kes di nava çem, gol û bendavan de xeniqîne û 15 welatiyan jî ji ber şewatan canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Giştî yê Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê destnîşan kir ku îsal 10 hezar û 403 dosyeyên pişkinînê ji bo birîndarên şer û pevçûnan hatine tomarkirin.

Ev amar li gorî sala borî ku 6 hezar û 974 dosye bûn, zêde bûye.

 

Rudaw

Top