• Friday, 13 February 2026
logo

Civata serkirdatîya PDKê li Kerkûkê ragihandinek belav kir

Civata serkirdatîya PDKê li Kerkûkê ragihandinek belav kir
Encûmena rêveberiya Kerkûk –Germiyanê ya PDKê beyanameyek derbarê rewşa naha ya Kerkûkê de belav kir.

Di beyanameyê de hat ragehandin: ‘’êrîşên terorîstan ên li hember hemwelatiyên bêguneh ên Kerkûkê em şermizar dikin û ew bûyerên vê dawiyê ve rewş geheştiye astekî metirsîdar.’’

Encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûkê got, şewitandina dexil û danê hemwelatiyan û teqîn amaje ye bo rewşa ewlehiyê ya kawilbûyî û hemû pêkhate dibin armanca êrîşan.

Beyanameya encûmenê de tê gotin, bûyerên terorîstî wek hewldaneke bo bidestxistina armancên siyasî yê çend aliyekan û nebûna hêzeke ewlehiyê ya bihêz jî dibe bingeh bo serî rakirina terorê.

Encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê bo çareseriya vê rewşa xirab a Kerkûkê jî dibêje, pêwîstî bi hemahengiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê heye.

waar.tv
Top