• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê kir

Gulan Media August 17, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 16ê Tebaxê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê ya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêjkirin û tekezî li pêwîstiya parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li ser bingeha rêkeftinan û Destûrê hatiye kiriye.

Herwiha di hevdîtinê de li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî ya roja 25ê Sibata sala bê de û rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û pêwîstiya bidawîanîna pêla guherîna demografiyê li navçeyê, gotûbêj hatin kirin.

 

Basnews

Top