Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pêgihandina mirovan bingeha avakirinê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya xelatkirina xwendekarên yekem ên Kurdistanê, twîtek belav kir.
Di twîta xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Pêgihandina mirovan û şiyanên wan, bingeha hemû avakirin û pêşkeftinên din e.”
Îro Çarşemê 16ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên yekem ên Kurdistanê kir û hêviya bextewerî û serkeftinê di hemû qonaxên jiyanê yên pêşerojê de ji bo wan xwast.
Mesrûr Barzanî di merasîma xelatkirina xwendekarên yekem ên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez destxweşiyê li we dikim ku hûn vê qonaxa xwendina xwe bi serkeftî bidawî dikin û gav ber bi xwendina zanîngehê ve davêjin. Di hemû qonaxên paşerojê yên jiyana we de bextewarî û serkeftinê ji we re dixwazim.”
Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Mamostayên me tevî ked û xebata xwe, hertim bûne nimûneya xweragiriyê di civaka me de û li gel hemû zehmetiyan jî ji sengerê pîroz ê perwerdeyê derneketin û ev helwest her dem cihê spasî û pêzanînê ye.”
Basnews
