• Wednesday, 18 February 2026
logo

Aydin Meirûf: Kak Mesûd Barzanî sembola pêkvejiyana hemû pêkhateyane

Gulan Media August 17, 2023 Nûçe
Aydin Meirûf: Kak Mesûd Barzanî sembola pêkvejiyana hemû pêkhateyane

 Derbarê pêgeha Serok Barzanî û PDKê ya pirsa pêkvejiyana aştiyaneya pêkhateyan û bidestanîna mafên wan û bihêz hiştina Kurdistanê de, wezîrê pêkhateyan ê bixwe jî tirkmen radigehîne ku PDK ji damezrandina xwe ve gelek giringî daye pêkvejiyana neteweyan û ji hemû aliyekî zêdetir pêbendbûye bi mafên wan. Û dibêje: ‘’PDKê bi hûrî kar li ser pêkvejiyana netewan kiriye û şopdar û piştevanekî mezine bo pêkhateyan.’’

Wezîrê Pêkhateyan Aydin Meirûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Herêma Kurdistanê PDK partiya serekî ye, ku bi hestyarî û berpirsane danûstanê li gel pirsa pêkvejiyanê dike. Hem li Bexda û hem jî li Herêma Kurdistanê, PDK ji hemû aliyên din zêdetir giringiyê dide pêkhate û olan û mafên wan. PDK navendeke giring e ji bo piştevanî kirina li netewe û ol an.’’

Herwaha got: ‘’Derbarê rola Kak Mesûd Barzanî de jî ew sembola pêkvejiyana netew û olan e, li heman demê de li Bexda û li Hewlêrê berevaniyê li pirsgirêka neteweyan kiriye. Bi taybet di danîna destûra Iraqê de, Kak Mesûd Barzanî xwedî roleke mezin bûye di cîhbicîh kirina mafên netewan û bi taybet jî neteweya tirkmen, kildan, siryan û aşûriyan de.’’

Heman derbarê de sekretera berê ya Parlamentoya Kurdistanê jî radigehîne ku PDK, berdewam rijd bûye li ser mafên pêkhateyan û ji hemû gef û metirsiyekî jî parastine.

Sekretera berê ya Parlamentoya Kurdistanê Muna Qahweçî pîrozbahî li salvegera ji dayîkbûna Serok Barzanî û herwaha damezrandina PDKê kir û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi navê Partiya Çaksaiya Tirkmen pîrozbahiyê li salvegera dayîkbûna Cenabê Serok Mesûd Barzanî û damezrandina PDKê dikin. Ev boneya mezin serweriyekî niştimanî û azadiye ji bo gelê Kurdistanê.’’

Herwaha diyar kir, PDK tenê nûnertiya pêkhateyekî diyar a Kurdistanê nake, herwaha nûnertiya hemû pêkhateyan dike. em dikarin bibêjin li Iraq û cîhanê îspat kiriye ku tenê PDK bi rijdî mafên pêkhateyan parastiye û di xema pêkvejiyanê de ye.’’

 

Basnews

Top