Adil Ebdulmehdî: Bi ti awayekê mûçeyîn fermanberên Herêmê nabirrîn
Serokê hikumeta Îraqê, di kongireyeka rojnamevanî de ragehand, li gor yasaya budceyê divê rojane Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê radestê Bexdayê bike, lê heya niha petrol radest nekirîne.
Got jî: Hewlêr dibêje, Em amdeyîne petrolê radest bikîn, lê evê mijarê pêdivî bi rêkkevtinê heye û di niha de hikumeta Herêma Kurdistanê mijûlî vedana qer û kirêyên kompanyayên petrolêye.
