• Saturday, 14 February 2026
logo

Trump daxwaz ji Rûsyayê kir: Kuştargeha li Idlibê rawestînin

Trump daxwaz ji Rûsyayê kir: Kuştargeha li Idlibê rawestînin
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji Rûsyayê kir ku li gel Sûriyê û Îranê bombebarana ser parêzgeha Idlibê rawestînin.



Donald Trump di twîttekê de Rûsya û hevpeymanên wê yên li Sûriyê rexne kir û got, cîhan li ber bordûmana parêzgeha Idlibê ji aliyê Sûriyê, Rûsya û Îranê ve bê deng e û tekez kir, divê ew êrîş bêne rawestandin.



Trump herwiha got, kesek nizane armanc ji bombebaran û kuştina kesên sivîl çî ye.



Serokê Amerîkayê da xuyakirin, kesên ku tên kuştin bê tawan in, ew tiştê ku dibe nabe berdewam be, û divê were rawestandin.



Donald Trump ragihandiye: “Bihîstina wê yekê ku Rûsya, Sûriye û bi rêjeyeke kêmtir Îran, bombebarana vê dojeha parêzgeha Idlibê li Sûriyê dikin û bê cudahî gelek ji xelkên bêtawan dikujin,cîhan li vê kuştargehê temaşe dike, gelo armanc çî ye, çi digihîne te? Rawestînin.”



Heyama çend mehan e ku Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên cengî yên Rûsyayê û hêzên hevpeymanên wî welat, êrîşên bejayî û esmanî bo ser hêzên Tehrîr el Şam li parêzgeha Idliba bakurê Sûriyê dest pê kiriye, û ew êrîş bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan kesan.

Rudaw
Top