• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir

Serokê Sûriyeyê li ser zêdekirina mûçeyê karmendan 2 ferman ragihandin.

Tevî ku nirxê lîreyê Sûriyeyê li beramberî dolar bi berdewamî dadikeve Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir.

Li gorî her du fermanan, mûçeyên karmendên dezgeh û saziyên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê, herwiha mûçeyên malnişînan jî bi rêjeya ji sedî 100 zêde kiriye.

Di heman çarçoveyê de, mûçeyê herî kêm ê karmendên sektora taybet jî bûye 185 hezar û 940 lîreyên Sûriyeyê ku dike derdora 14 dolaran.

Tê zanîn ku berî vê zêdekirinê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Sûriyê, di navbera 160 hezar û 200 hezar lîreyan de bû ku dike derdora 12-15 dolar bû.

 

Rudaw

Top