• Wednesday, 18 February 2026
logo

28 lîwa di nav rêzên Wezareta Pêşmerge de kom dibin

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
28 lîwa di nav rêzên Wezareta Pêşmerge de kom dibin

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî ligel Hevpeymanan ji bo Kurdistaneke bihêz, biryara yekxistin û birêkxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da. Di pêngava dawî de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 lîwayên nû hatin dirustkirin û bi ser Wezareta Pêşmerge ve hatin xistin.

Her sê lîwayên ku vê dawiyê hatine avakirin, lîwayên 26, 28 û 30 ne û hejmara wan 5 hezar û 400 efser û Pêşmergeyên Yekîneya 70ê ne. Niha ew di bin fermandariya Lîwaya Duyem a Sererkaniyê de tên komkirin.

Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Tekan û Xwebexşan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Hikmet Omer ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji destpêka Kabîneya Nehem ve bi alîkariya tîma Hevpeymanan, bi rêya tîmeke nû fermana çaksaziyê di nava hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da û heta niha berdewam e. Di vê kabîneyê de jî, lîwayên 15, 17, 18, 19, 21, 22, 23, 24, 26 û 30 û lîwayên 25 û 27, di nav proseyê de ne û %90 karê wan bidawî bûne û di demek nêzîk de dikeve ser mîlakê Wezareta Pêşmerge.”

Herwiha Lîwa Hikmet Omer got: “Li gorî rênmayên leşkerî û li gorî yasaya çaksaziyê ya hejmar 38, em ê bi rêya komîteyan re hevdîtinên ligel hemû hêzan bikin ta ku veguhezînin ser mîlaka Wezareta Pêşmerge.”

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya hewlên Kabîneya Nehem de, Hêzên Piştevaniya Yek û Du jî bo mîlaka Wezareta Pêşmerge hatine vegerandin. Di çarçoveya çaksaziyên hikûmetê de heta niha 28 lîwa hatine avakirin. Proseya di bin çavdêriya hêzên Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge de dê heta 2-3 salên din li hemû hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike.

 

Basnews

Top