Li ser daxwaza Şaxewan Ebdula biryara têkdana hewzên masiyan li sînorê Kerkûkê hate ragirtin
Li ser daxwaza cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula, biryara têkdana hewzên masiyan li sînorê Kerkûkê ji bo çend mehan hate ragirtin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di rûpela xwe ya tora civakî facebookê de ragehand: ‘’Piştî biryar hate dayîn ku sibe hewzên masiyê li Daqûq û derdora wê bên hilweşandin û xirabkirin û ew jî di çarçoveya biryara serokwezîrê Iraqê ya ji bo têkdana hemû hewzên li Iraqê de, min peyvendî li gel Wezareta Çavkaniyên Avê pêkanî û Wezaretê biryar da proseya xirabkirina hewzên Kerkûkê bê ragirtin.’’
Şaxewan Ebdula amaje bi wê yekê kir ku kar dike ji bo moleta berdewam bo çend mehan dirêj bike ku heta berhemên wan hewzan ji dest xwe derdixin.
Basnews
