• Wednesday, 18 February 2026
logo

HESEKE - Eşîra Cibûran û hêzeke çekdar şer kir: Birîndar hene

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
HESEKE - Eşîra Cibûran û hêzeke çekdar şer kir: Birîndar hene

 Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de şer derket.

Li gorî zanyariyên, di encama şerê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de birîndar hene.

Eşîra Cibûran bi armanca girtina fermandarê grûpa bi navê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo xwepêşandanek kir.

Berî niha hatibû ragihandin ku Ebdulqadir Hemo ji Hesekê derketiye lê nivîsîngeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku Hêzên Parastina Niştimanî red dike ku fermandarê wan ji Hesekê derketibe.

Hêzên Parastina Niştimanî herwiha ragihand ku Ebdulqadir Hemo ji erkê xwe jî nehatiye dûrxistin.

Sedema wê aloziyê jî ew e ku Ebdulqadir Hemo, li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê, bi tundî li Şêx Ebdul Ezîz El-Mislit ê şêxê êşîra Cibûran daye û kesekî ji wê eşîrê jî bi destên çekdarên wî hatiye kuştin.

 

Rudaw

Top