• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hêzên ewlehiya binkeyê polîtburoya YNKê li Hewlêrê Pêşmergeyekî YNKê revandin û êrîş dikin ser hejmarek rojnamevanan

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
Hêzên ewlehiya binkeyê polîtburoya YNKê li Hewlêrê Pêşmergeyekî YNKê revandin û êrîş dikin ser hejmarek rojnamevanan

Duh 15.08.2023yê li pêş binkeyê polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê, hêzên ewlehiya YNKê ku nav binke de ne, Pêşmergeyekî YNKê revandin û êrîş kirin ser hejmarek rojnamevanan.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro êvari Pêşmergeyekî YNKê ku bilez ji Hewlêrê ve çûye ser gora Mam Celal Talebanî li Silêmaniyê û çar rojan li wê derê maye, lê li wê derê pêşwazî li wî nehatiye kirin û li pêş polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê daxuyaniyek jibo hejmarek malper û torên civakî daye û gilî li Bafil Talebanî kiriye û derveyî wê jî li Silêmaniyê pêşwazî lê nehatiye kirin û hejmara telefona wî jî blok kirine.

Piştî temambûna daxuyaniya çapemeniyê, hêzên ewlehiyê di nav binkeyê polîtburoya YNKê li Hewlêrê, êrîş kirin ser wî Pêşmergeyî û rojnamevanan û ew Pêşmergeyê YNKê revandin û çend rojnamevan jî êşandin û dest danîn ser telefon û kamerayên wan.

 

Basnews

Top