• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka peyameke tund dide Iraqê

Amerîka peyameke tund dide Iraqê
Berpirseke Wezareta Bergîriyê ya Amerîka derbarê êrîşên li dijî hêzên Amerîka li Iraqê û destdirêjiya ser mal û milkên Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di riya Kurdistan24ê re peyameke tund arasteyî hikûmeta Iraqê dike û tekez kir, welatê wê rê nade Îran aramiya Iraqê têk bide.

Alîkara Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Kathryn Wheelbarger tekez kir: “Hêzên me li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wî welatî ne, armanca wê jî parastina ewlehî û aramiya xelkê ye. di hefteya bûrî de me helwesteke bihêz gihande Iraqê, ku bi ti awayî rê nadin Îranê aramiya Iraqê aloz bike.”

Tevî ku Amerîkîiyan hevnerîn in li ser parastina pêgeha Amerîka û hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, lê beşek ji şarezayan dibînin ku, li hember egera karvedanên vê aloziya di navbera Washington û Tehranê de li ser xaka Iraqê, pêwîst e xwendin û siyaseta Koşka Spî jîranetir be.

Di vê derbarê Proffesorê di Zanîngeha George Mason di Mark Katz dibêje: “Serok Trump daxwaz ji Îranê dike pêwendiyê pê re bike ji bo guftûgoyê bikin. Di baweriya min de, Trump dixwaze şêwazê bi Koryaya Bakur re dike, bi Îranê jî bikar bîne. Lê li vir cuda ye, ji ber ku Serokê Koryaya Bakur bi tenê biryarê dide, di demekê de li Îranê sîstemeke heye û desthilatên biryardanê dabeşkirî ne, ji ber wê pêşbînî nakim Îran û Korya riftatê bike.”

Raportên binpêkirin û gefên hin grûpên li dijî Amerîka û hevpeymanan li ser xaka Iraqê dikin, bûye cihê bayixê li cem berpirsên Amerîkî, hin çavdêrên siyasî li Washingtonê dibêjin, heger Bexda nikare wan grûp û kesan kontrol bike, gelek rê li pêş Washingtonê hene ku berjewendî û stratejiyên xwe li navçê biparêzin.

Top