• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Gelek dilxweş bûm ku min evro seredana çend taxên bajêrê Duhokê kir

Gulan Media August 15, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Gelek dilxweş bûm ku min evro seredana çend taxên bajêrê Duhokê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de diyar kir: “Gelek dilxweş bûm ku min evro seredana çend taxên bajêrê Duhokê kir û guhdariya gile û daxwaziyên hevwelatiyan kir.”

Mesrûr Barzanî îro li ser hejmara xwe ya Twitterê diyar kir: “Gelek dilxweş bûm ku min evro seredana çend taxên bajêrê Duhokê kir û guhdariya gile û daxwaziyên hevwelatiyan kir. Pêtiviye dezgehên hikûmetê bi êksanî xizmetguzariya pêşkêşî hevniştimaniyan biken û cudahiyê di nav çi tax û devera de neken û erkê serekî yê berpirsan, xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.”

Îro Duşemê 14ê Tebaxa 2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kir û ji nêzîk ve guhdarî daxwazên xelkê taxên wî bajarî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, yek ji armancên vê serdanê ew e ku bizanin kîjan cihan xizmetguzarî wernegirtine, da ku xizmetên wek av, elektrîk, tenduristî û dibistanan bigihin hemû cihan.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Parêzgarê Duhokê jî kir, zêdetir giringiyê bide wan taxên ku xizmetguzarî ji wan re dabîn nebûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên parêzgeha Duhokê jî kir, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û nehiştina binpêkirin û kiryarên neyasayî, hevkariyê ligel dezgehên hikûmetê bikin.

Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku eger xaniyek zêderûyî tê de hatibe kirin û rê li ber gihandina xizmetguzariyan girtibe, wî xanî rakin û xwediyê wî qerebû bikin, piştre kar berdewam bikin.

Li hember jî welatiyên Duhokê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin ku guh daye bajarê wan û guhdariya daxwazên wan kiriye.

 

K24

Top