Hunermendekî Kurd li Kanadayê miriye û bêkes e
Ev mehek û nîv e hunermendê Kurd Simko Terkî li Kanadayê miriye û bêkes e.
Hunermendê Kurd Simko Terkî berî mehekê li Kanadayê koça dawî kiriye û niha nexweşxaneyê ye û kes pê ve naçe.
Rêveberiya nexweşxane dibêje eger di nava hefteyekê de wî dernexin ew dê wî li goristana bêkesan veşêrin.
Ji bo cenazeyê Simko Terkî ji nexweşxaneyê were derxistin û bişînin Amed pêwîstî bi nêzîkî 15 hezar dolarên Kanadî heye.
Simko xelkê Amedê bû û kemanjen û mamostayê muzîkê bû.
Komeleya Kurd a li Torontoyê û xanima bi navê Çîgdem Akin dixwazin vê xizmetê bikin.
Rudaw
