• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin li Duhokê cudahî di navbera taxên dewlemend û hejaran de nemîne

Gulan Media August 15, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin li Duhokê cudahî di navbera taxên dewlemend û hejaran de nemîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana kolan û taxên Duhokê de ragihand, “Em dixwazin li Duhokê cudahî di navbera taxên dewlemend û hejaran de nemîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Tebaxa 2023an serdana parêzgeha Duhokê kir û ji nêzîk ve guhdarî daxwazên xelkê taxên wî bajarî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, yek ji armancên vê serdanê ew e ku bizanin kîjan cihan xizmetguzarî wernegirtine, da ku xizmetên wek av, elektrîk, tenduristî û dibistanan bigihin hemû cihan.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Parêzgarê Duhokê jî kir, zêdetir giringiyê bide wan taxên ku xizmetguzarî ji wan re dabîn nebûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên parêzgeha Duhokê jî kir, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û nehiştina binpêkirin û kiryarên neyasayî, hevkariyê ligel dezgehên hikûmetê bikin.

Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku eger xaniyek zêderûyî tê de hatibe kirin û rê li ber gihandina xizmetguzariyan girtibe, wî xanî rakin û xwediyê wî qerebû bikin, piştre kar berdewam bikin.

Li hember jî welatiyên Duhokê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin ku guh daye bajarê wan û guhdariya daxwazên wan kiriye.

 

K24

Top