• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye êrîşî ser Minbicê kir

Gulan Media August 14, 2023 Nûçe
Tirkiye êrîşî ser Minbicê kir

Li Hesekê jî teqîneke mezin çê bûye.

Li gor çapemeniya Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, duhê bişev dronên Tirkiyeyê êrîşî ser Minbicê kirine.

Çavkaniyê nûçeyan qala vê yekê kirine ku, duhê bişev dronên Tirkiyeyê xalên kontrol kirinê yên civata leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyeyê bordiman kirine û di encama bordimana han de 2 kes birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn her duhê êwarê li ser rêya navbera Hesekê û Holê teqîneke mezin çê bûye lê derbarê zirarên teqînê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Top