Îran.. Di êrîşa li ser mezargehekê de 12 kuştî û birîndar
Li gorî medyaya Îranê, di êrîşeke li ser perestgeheke olî li bajarê Şîrazê li başûrê Îranê, herî kêm 4 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn. Yek ji êrîşkaran jî hatiye girtin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a “IRNA” ragihand, şeva borî ji aliyê terorîstan ve êrîş li ser perestgeha Şah Çirax hatiye kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûne
Kanala nûçeyan a Îranê “Xebar” jî, ragihand ku DAIŞê berpirsatiya êrîşê girte ser xwe û yek ji êrîşkaran hatiye girtin û yê din jî reviya.
Li gorî ajansa nûçeyan “Tasnim”, dikanên li cihê êrîşê hatine girtin û hêzên ewlehiyê perestgeh dorpêç kirine.
Serokê Dezgeha Dadwerî ya Parêzgeha Fars Kazim Mûsewî li cihê bûyerê ji televizyona Îranê re gotiye, lêpirsîna destpêkê bi êrîşkar re hatiye û ew di bin çavdêriyê de ye.
Di meha Cotmeha sala borî de jî DAIŞê ser wê perestgehê kir û di encamê de 15 kes hatibûn kuştin.
K24
