Amerîka du dronên pêşkeftî li deverê bicîh kir
Bo çavdêrî kirin û kontrol kirina tevgerên Îranê hatine bicîhkirin.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa hewldanên Amerîkayê yên bo çavdêrî kirin û kontrol kirina liv û tevgerên Îranê li kendavê de kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Amerîka bo çavdêrî kirin û kontrol kirina liv û tevgerên Îranê, di nava avên başûrê Îranê de du dronên gelek pêşkeftî bicîh kiriye.
Wezareta berevaniyê eşkere kiriye ku, ev her du dron ji cureya MQ-9 Reaperin û ev dronên han vê gelek xizmeta ewlekariya deverê û keştiyan li deverê de dike.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî Amerîka ragihandibû ku, hijmareke zêde ji leşkerên xwe bo parastina ewlekariya kendavê şandiye deverê.
