• Wednesday, 18 February 2026
logo

TUIK: Di sala 2022an de 2.8 milyon kesî parêzgeh guherandine

Gulan Media August 14, 2023 Nûçe
TUIK: Di sala 2022an de 2.8 milyon kesî parêzgeh guherandine

Saziya Amerên Tirkiyeyê eşkere dike, Welatiyên Tirkiyeyê ji Stenbol, Enqere û Îzmîr koçî bajarên biçûk dikin.

Saziya Amerên Tirkiyeyê (TUIK) amarên koçê yên sala borî eşkere kirin û derket, di sala 2022an de welatiyên Tirkiyeyê dest bi koça ji bajarên mezin ber bi bajarên biçûk kirine û herî zêde welatî ji Stenbolê koç kirine.

Li gorî rapora TUIK'ê, di sala borî de 2 milyon û 791 hezar û 156 kes di navbera parêzgehan de li Tirkiyê koçber bûne.

Li gor amaran, 418 hezar û 82 kes ji Stenbolê, 161 hezar û 912 kes ji Enqereyê û 107 hezar û 312 kes jî ji Îzmîrê koç bo bajarên biçûk ên Tirkiyeyê kirine.

TUIK herwiha da zanîn, parêzgehên ku herî kêm koçber bûne: Dêrsim bi 7 hezar û 578 kesan, Kilîs bi 7 hezar û 629 kesan û Erdexan bi 8 hezar û 157 kesan.

Dema ku sedemên koçberiyê hatin lêkolînkirin, hat dîtin ku 526 hezar û 8 kes ji ber perwerdeyê û 479 hezar û 250 kes jî ji ber rewşa xanî û jiyanê baştir koç kirine.

 

K24

Top