• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li Dihukê ye

Gulan Media August 14, 2023 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li Dihukê ye

Li gel mekteba rêkxistina ya PDK civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta vekirina projeya torîstîkî ya Kornîşa Delal ya li îdareya serbixwe ya li Zaxoyê, serdana Dihukê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya vê serdanê de yekem car çû Dihukê û li dihukê serî li mekteba rêkxistina ya Partiya demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê rayedarên vê mektebê ve hate pêşwazîkirin û pişt re li gel wan jî civiya.

Biryare Mesrûr Barzanî li Dihukê çend civînan pêk bîne û pişt re jî serdana Zaxoyê bike.

Top