• Saturday, 14 February 2026
logo

Li ser sînorê Tirkiye - Îranê şer derket

Li ser sînorê Tirkiye - Îranê şer derket
Li parêzgeha Îdirê li ser sînorê Tirkiye – Îranê di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket. Li gor zanyariyên destpêkê 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.



Li gor agahiyên medya fermî ya Tirkiyê ku ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtine, li ser sînor aliyê Îdirê di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKê de şer derket.



Li gor agahiyên destpêkê di şer de 2 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.



Leşkerên birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên Îdirê hatin veguhestin.



Hat ragihandin ku hêzeke zêde bo navçeyê hatiye şandin û operasyon berdewam e.

Rudaw
Top