• Wednesday, 18 February 2026
logo

Davutoglu diyar kir ka dê çawa beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

Gulan Media August 14, 2023 Nûçe
Davutoglu diyar kir ka dê çawa beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ji bilî parêzgehên tîfaq çêbibin, ew dê li hemû bajarok, navçe û bajaran bi logo û navê partiya xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Hola Şaredariya Çayirovayê ya Kocaeliyê beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Navçeyê ya partiya xwe bû.

Davutoglu behsa biryara xwe ya ku ji bo hilbijartinên xwecihî dane jî kir û wiha got:

"Ji bo her partiyeke siyasî, tevgereke siyasî, ast hene. Ji bo me jî siyaset îro dest pê dike. Li vêderê dest pê dike û dê li her aliyên Tirkiyeyê berdewam bike.

Derbarê hilbijartinên xwecihê de li lijneya serokatiya partiyê, me biryareke giring da. Sekreterê me yê giştî ev tişt ji hemû teşkîlatên me ragihand. Bi merca wê yekê ku li parêzgarên behsa mijarê îtîfaq çêbibin ne tê de, em dê li hemû bajarok, navçe û bajaran bi logo û navê partiya xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin."

Davutoglu destnîşan kir ku wan bajarok bi bajarok, navçe bi navçe û bajar bi bajar komelek analîz kirine û got:

 "Ji niha ve nêzîkî 100 berbijarî daxwaza xwe pêşkeş kirine. Em dê li hemû bajar û navçeyan nirxandinên xwe bikin. Eger li hinek cihan yekbûna me bi hinek partiyan re bibe derfeta ku em hilbijartinê qezanc bikin, em dê xwe ji vê yekê  venedin. Li seranserê Tirkiyeyê weke prensîp em dê bi logo û navê xwe beşdar bibin."

 

Rudaw

Top