Zeviyên çandiniyê yên Duhok û Mûsilê ji hev hatin cuda kirin
Rêveberiya giştî ya çandiniyê li parêzgeha Duhokê di qonaxa duyem a cuda kirina zeviyên çandiniyê li sînorê Duhok û Mûsilê berdewam e.
Rêveberê giştî yê çandiniyê li parêzgeha Duhokê Ehmed Cemîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di berdewamiya diyar kirina zeviyên çandiniyê yên li sînorê herdu parêzgehên Duhok û Mûsilê de, li gor fermaneke rêveberiya parêzgeha Duhokê cuda kirina zeviyên çandiniyê li sînorê Duhok û Mûsilê berdewam dike.
Herwaha got: ‘’Her yek ji gundên Qesir Mela Teyîb a ser bi nahyeya Batêlê ya li sînorê qeza Sêmêlê û Til Ebuzahir Elşerqiye li nahyeya Zummar a ser bi qeza Telaferê li sînorê wan bi awayekî yasayî û serkeftiyane û bi pîverên zîrek û endazyarên şaraza û dilsoz ve hate diyar kirin.
Ehmed Cemîl got: ‘’Di merasîma cuda kirina zeviyên çandiniyê yên di navbera Duhok û Mûsilê de rêveberê nahyeya Zummar û fermangehên pêwendîdar ên Duhok û Mûsilê amadebûn û hemû cure piştevanî û alîkarî dane, ku bi serkeftiyane qonaxa duyem ji aliyê sînoran ve dê bên diyar kirin û dê bê zanîn di qonaxa yekem de sînorê wan herdu gundan ê li rojhilatê çemê Dîcle hatibû diyar kirin û naha jî di qonaxa duyem de sînorê rojava jî hatiye diyar kirin.’’
Basnews
