• Saturday, 14 February 2026
logo

Şandeke Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeke Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Îro şandeke Fransî serdana Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir û li gel fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rayedarên Rêveberiya Xweser civiya.



Şanda Fransî ku bi serokayetiya Seroka Komîteya Karûbarên Derve ya li Parlamentoya Fransayê Marielle de Sarnez bû, destpêkê serdana bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanî kir û li gel fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) civiya û rewşa ewlehî û leşkerî li deverê bi hev re re gotûbêj kirin.



Herwiha di pişt re jî, şanda Fransî li bajarê Kobanî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya û hin mijarên girêdayî deverê, bi hev re gotûbêj kir.



Seroka Komîteya Karûbarên Derve di Parlamentoya Fransayê Marielle de Sarnez li ser Goristana Şehîdan li Kobanî ragihand, ku ew zanin şehîdên şerê li dijî DAIŞê li şûna hemû mirovahiyê qurbanî û fedakarî dane.

Rudaw
Top