Rêveberekî YNKê: PKKê nêzîkî Pênciwênê gelek xalên gumrikê danîne
Rêveberekî YNKê aşkera kir, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê bi agahdariya Îranê nêzîkî sînorê Pênciwênê û li aliyê Îranê gumrik danîne.
Li gor zanyariyên BasNewsê ji çend çavkaniyan bi dest aniye, demeke tevgera çekdarên PKKê li sînorê navçeyên Pênciwên û Nalparêz pir zêde bûye û li navçeyên sînorên bin desthilata YNKê de rawestgeh danîne û gumrik li xelkê werdigrin. Ne tenê ji her barekî qaçax gumrik werdigrin, ji aliyê resmî ve gumrikê werdigrin, piştî wergirtina gumrikê jî kaxezekî didin xelkê.
Cîgirê berpirsê malbenda YNKê li Koye Aso Kakereş ku demekê li Îranê bûye û naha vegeriya ye Herêma Kurdistanê û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê PKKê li aliyê Pênciwênê ye, lê li aliyê Îranê gumrik danîne, Îran bi kiryar piştevaniya wan dike. YNK gelek nîgerane ku asta destwerdanên PKKê li wî sînorî geheştiye wê astê Îran PKKê wek karta givaşê bikartîne. Ji Rojhilatê Kurdistanê jî hewkariya PKKê heye û naha PKK xwedî aboriyekî baş e, bi hezaran kompanyayên bi navê xelkê ve li navçeyê danîne heye, li Ewrupa jî bi heman awayî.’’
Herwaha diyar kir, PKK derveyî li sînorê Pênciwênê li sînorê nahyeya Sengeser a devera Raperîn jî heye, ji ber wê jî naha ne tenê YNKê ti aliyekî nikare pêşî li hegemona PKKê bigre.’’
Basnews
