Bi belge- Hikûmeta Iraqê red kir ku gaza Qeterê bi bihayekî kêmtir ji gaza Îranê bikire
Aborînasekî Iraqî belge belav kirin ku nîşan didin hikûmeta federal a Iraqê red kiriye ku gazê ji Qeterê bi bihayekî kêmtir ji gaza Îranê bikire.
Li gorî nameyek ku medyaya Iraqê belav kiriye, aborînasê bi navê Nebîl Mersûmî, beşa plansaziya Wezareta Elektrîkê di Cotmeha 2015ê de di nameyeke fermî de ji Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê re, ji aliyê Qeterê ve ji Iraqê re hatiye pêşniyarkirin hinartina gazê bo Iraqê.
Bihayê pêşniyara Qeterê 0,01 dolar ji bo her milyon yekeyên germahiyê ji gaza Îranê erzantir e.
Herwuha Nebîl Mersûmî got: "Ji ber ku rêjeya hinartina gaza Îranê bo Iraqê digihêje 30 milyon metre çargoşe di rojekê de, ferqa di navbera nirxan de rojane 9 hezar dolar bû, ku mehane 270 hezar dolar e (nêzîkî 400 milyon dînar."
Medyayên Iraqî dibêjin ku ev jî xerakirina dahatên Iraqî ye, di demekê de ku ji sala 2003 heta îro, tê texmînkirin ku çend trîlyon dolar hatine xerckirin.
Basnews
