Salih Muslim: Tirkiye dixwaze dewletekê ji Tirkmenan re ava bike
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku ti niyetekê Tirkiyê nîne ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê derbikev û got: “Dibêjin ew dê li li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.”
Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re têkildarî hevpeyvîna Serokê Sûriyeyê Beşar Esed a di Sky Nwesa Erebî de hatiye belavkirin axivî.
“Hêza Şamê nîne Tirkiyeyê derbixe”
Salih Muslim ragihand ku hikûmeta Şamê ne xwediyê wê hêzê ye ku biryarê li ser derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bide û wiha pê de çû:
“Di destê hikumeta Şamê de biryar û hêz nîne. Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye. Tişta xuya dike ew e ku hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê li hev nekirine, xema wan jî ew nîne.
Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha pişgiriyê nade mijara derketina Tirkiyeyê. Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin. Hevpeymaniya Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATOyê yanî Tirkiyeyê aciz bike.”
“Derketina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê zehmet e”
Muslim amaje bi wê yekê kir ku Şam ji bo derxistina Tirkiyeyê ti gavên pratîkî naavêje û got:
“Li Soçiyê li hev kiribûn ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5 vekin, lê heta niha venekiriye. Tirkiye û çeteyên wê şertên xwe ferz dikin. Lewma derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”
Muslim eşkere kir ku hevdîtinên Tirkiyeyê û Sûriyeyê berdewam dikin û wiha domand:
“Li gorî Tirkiyeyê naaxivin lê hevdîtinên xwe jî qût nakin. Di civîna Astana de dijî Rêveberiya Xweser biryar girtin. Yên ev biryar girtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran e. Ma ev ji Tirkiyeyê dixwazin ku ji Sûriyeyê derkeve? Na, nabêjin. Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar kar dike, dixwaze wan li hev bîne.”
“Niyeta Tirkiyeyê nîne derbikeve”
Di beşeke din axaftina xwe de Muslim tekez kir ku niyeta Tirkiyeyê ya ji derketina axa Sûriyeyê tine ye û dixwaze navçeyên din dagîr bike got:
“Berevajî, hewildanên wê yên ji bo dagirkirinên nû hene. Niha nexşereyê din ji bo Tirkmenan derdixîne. Yanî dibêjin ew dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.
Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim herî dawî got, “Tenê bi yêkitî û têkoşîna xwe em dikarin Tirkan ji vir derxînin.”
Rudaw
