• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ukrayna: Me çend dever vegerandin

Gulan Media August 13, 2023 Nûçe
Ukrayna: Me çend dever vegerandin

Ukrayna pêşveçûna hêzên xwe dijî Rûsyayê li başûrê welêt piştrast dike.

Fermandarê hêzên Ukraynayê li başûr Aleksander Tarnafsî got ku wan çend navçe û gundên li ser sînorê başûr bi taybetî Zaporizhia vegerandine.

Wî got ku ew dê berdewam bin li ser êrîşên hêzên Rûsî li ser sînorê başûr heta ku ew hemû xaka xwe ji hêzên Rûsî paqij bikin.

Alexander Tarnavsi piştrast kir ku Rûsyayê 36 mûşek avêtin navendên hêzên Ukraynayê li başûr û navçeyeke niştecihbûnê, di encamê de zarokek hat kuştin û çend sivîlên din jî birîndar bûn.

 

Basnews

Top