• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hesekê teqîn: 2 endamên asayîşê canê xwe ji dest da

Gulan Media August 13, 2023 Nûçe
Li Hesekê teqîn: 2 endamên asayîşê canê xwe ji dest da

 Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Asayişê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser birîndarbûna endamên xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser rêya Hesekê û nahyeya Holê, di encama teqîna bombeyekê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên heman daxuyainyê, roja şemiyê otomobîleke leşkerî ya hêzên ewlehiyê, piştî ku ji bajarokê Helê ber bi Hesekê ve diçû bi bombeyekê hate teqandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin birîndar ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhestin.

Heta niha nehatiye diyarkirin ku kî li pişt wê bûyerê bû.

 

Rudaw

Top