• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Tirkiyeyê kargeheke mezin şewitî

Gulan Media August 13, 2023 Nûçe
Li Tirkiyeyê kargeheke mezin şewitî

Hêzên hawar hatinê hewl bo temirandina agirê didin.

Îro danê sibê li navçeya pîşesazî ya li herêma Döşemealtı ya li Antalyayê agir bi kargeheke mezin ket.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê ev agir îro danê sibê bi kargeheke mezin ya xwerakê ketiye û sedema bûyerê jî nayê zanîn.

Hêzên hawar hatinê bo temirandina agirê û pêşî girtin ji şewitîna kargehên din ketine tevgerê lê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.

 

Rudaw

Top